Çayan Okuducî “Rapirsiya Proust” Bersivand
Nivîskarê Fransî Marcel Proust, di 13 saliya xwe de rojnivîsekekê dikire, pirsên di rûpela ewil a rojnivîskê de dibersivîne û wek diyariya rojbûnê dide hevalê xwe Antoinette Faure. Rapirsiyeke mîna vê di 20 saliya xwe de jî dibersivîne û her du rapirsî piştî mirina Proust bi çend salan tên weşandin. Ji ber pirsên her du rapirsiyan hema bêje yek in, di lîteratorê de navê wê wek “Rapirsiya Proust” dimîne. “Rapirsiya Proust” bi wergera Şêxo Fîlîk bi Kurdî di Veveya’yê de ye…
Dirûşmeya te ya jiyanê çi ye?
Jin jiyan azadî
A niha di çi rewşê de ye derûniya te?
Li benda şerê mezinim
Te dixwast li ku derê bijî?
Li dilê stêrkek esmanî
Rengê herî pir jê hez dikî?
Kesk û sor û zer
Kulîlka herî pir jê hez dikî?
Ji hemû kulîlkan hezdikim
Çivîka herî pir jê hez dikî?
Zerdelok
Nivîskara/ê herî pir jê hez dikî?
Erebê Şemo
Helbestvana/ê herî pir jê hez dikî?
Melayê Cizirî
Wênesaza/ê herî pir jê hez dikî?
Gelek in
Muzîkjenê herî pir jê hez dikî?
Beytocan
Karakterê mêr ê herî pir jê hez dikî?
Ji xwe razî me
Karaktera jin a herî pir jê hez dikî?
Dayika min
Lehengên dîrokî ku favoriyên te ne?
Kawayê Hesinkar
Lehengên dîrokî ku jê aciz î?
Kraliçe Elîzabet
Di jiyana rasteqîn de lehengên jin ku favoriyên te ne?
Ew ên ku li ser çiyayan quşa dagirkeran diqetînin
Di mêrekî de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?
Camêrî û wêrekî
Di jinekê de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?
Wêrekî û ji xwe bawerbûn
Xûpakiya ku herî pir jê hez dikî?
Dirûstî
Te dixwast hevalên te xwediyê çi xû û xisletan bin?
Dirûstî
Kêmahiya sereke ku di xwe de dibînî?
Tiştek wisa nabînim
Di mirovahiyê de taybetmendiya ku herî zêde jê hez dikî?
Dirûstî
Ji pêkanîna kîjan karî bextewar î?
Meş
Te dixwast di şûna kê de bî?
Ji xwe razî me
Dikarî kîjan şaşiyan/ xeletiyan xweş bibînî?
Tiştek nehat bîra min
Kêlîka ku herî zêde wê te bextewar bike?
Bi rastî min ji vê pirse ti tiştek fem nekir: Pas
Bûyera ku herî zêde wê te xemgîn bike
Îhanet
Dixwazî çawa bimirî?
Li ser lingên xwe