Erdal Kaya “Rapirsiya Proust” Bersivand

Erdal Kaya “Rapirsiya Proust” Bersivand

Nivîskarê Fransî Marcel Proust, di 13 saliya xwe de rojnivîsekekê dikire, pirsên di rûpela ewil a rojnivîskê de dibersivîne û wek diyariya rojbûnê dide hevalê xwe Antoinette Faure. Rapirsiyeke mîna vê di 20 saliya xwe de jî dibersivîne û her du rapirsî piştî mirina Proust bi çend salan tên weşandin. Ji ber pirsên her du rapirsiyan hema bêje yek in, di lîteratorê de navê wê wek “Rapirsiya Proust” dimîne. “Rapirsiya Proust” bi wergera Şêxo Fîlîk bi Kurdî di Veveya’yê de ye…

Dirûşmeya te ya jiyanê çi ye?

Tu çawa destpêbikî, wiha berdewam dike.

A niha di çi rewşê de ye derûniya te?

Kêfxweş.

Te dixwast li ku derê bijî?

Li welatê xweyî azad.

Rengê herî pir jê hez dikî?

Şîn.

Kulîlka herî pir jê hez dikî?

Asmîn

Çivîka herî pir jê hez dikî?

Qumrî

Nivîskara/ê herî pir jê hez dikî?

Mehmed Uzun

Helbestvana/ê herî pir jê hez dikî?

Bro Omerî

Wênesaza/ê herî pir jê hez dikî?

Salvador Dalî

Muzîkjenê herî pir jê hez dikî?

Ciwan Haco

Karakterê mêr ê herî pir jê hez dikî?

Truffaldino (xulamê du xwedî)

Karaktera jin a herî pir jê hez dikî?

Pepa (Albay Kuş)

Lehengên dîrokî ku favoriyên te ne?

Kawayê Hesinkar

Lehengên dîrokî ku jê aciz î?

Hîtler û hemî dîktator.

Di  jiyana rasteqîn de lehengên jin ku favoriyên te ne?

Dayîka min.

Di mêrekî de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?

Rastgo, xwedansoz. Yên ku di wextê xwe de tên hevdîtinê. Yên ji xwezayê û ajalan hizdikin.

Di jinekê de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?

Rastgo, xwedan soz. Yên ku di wextê xwe de tên hevdîtinê. Yên ji xwezayê û ajalan hizdikin.

Xûpakiya ku herî pir jê hez dikî?

Dilovanî

Te dixwast hevalên te xwediyê çi xû û xisletan bin?

Dilovanî, qadircewabî. û divê karibin pirsgirêkan çareser bikin. Çimkî ez nikarim, tenbelim.

Kêmahiya sereke ku di xwe de dibînî?

Gelek bê sebrim û zû aciz dibim.

Di mirovahiyê de taybetmendiya ku herî zêde jê hez dikî?

Şano

Ji pêkanîna kîjan karî bextewar î?

Şano

Te dixwast di şûna kê de bî?

Ne kesî, lê min dixwest di hin fîlman de ci girtibûya.

Dikarî kîjan şaşiyan/ xeletiyan xweş bibînî?

Xeletî taybetmendîyeke mirovahî ye. Ku ne bi zanebûn hatibe kirin ez xweş dibînim.

Kêlîka ku herî zêde wê te bextewar bike?

Dema şanoya Kurdî û hunera Kurdî qîmeta xwe yî jidil bibîne.

Bûyera ku herî zêde wê te xemgîn bike

Şer

Dixwazî çawa bimirî?

Li ser dika şanoyê. Lê ne vêga. Hê wext maye, yanî hêvî dikim mabe.

Yukarı