Hat ser erdê xwe / Çayan Okuducî / İbid.Şiir Dergisi 06’dan
ı
ez ê taşteyek hazir bikim
li ser mase tena serê xwe hesret
qehweyek tehl çend zeytûnên tûj
hinek peyvên gerdanspî
bila sor ji vê mase bêpar be
xewnek min dî dotir bû û hîç bû
zirav lê qetiya
neşe bû li ser çokên koçerek
mij û dûman
rê û dil
torî û olazî
çilê û dondirme
derew nîne li orta raste jiyam
çend car çend guliye min hat şîkestin
naxwazim reşbelek porên direj
îmgeyek tineye ku li te bar bikim
ıı
çaxê li min xweyn diçikiya
dicirifî berga roje
bila ev mesele li wir bimîne
dengek ji reksa do mayî
hîsek ji refên hiş azad
xwe diceriband bi ava kaniyan dilan
ev çend wext bû ne dihat
li pişt xwe nedizivirî
li goristina te cih nemaye
ııı
li welate te dibên ji keviran kulîlk dibişkifin
tu bi dil bi kevirek didî
zû daye naxweynim cigerxwîn
te nedîxwest wisa be
bi gozegirê ba bide
hişkegirekê jiyana ku te li min asê kiriye
çavderî behsa te dikirin
û pêxistibûn bine mehîrê
haya me jê tinebû û me texmîn nedikir
me yê sevdaya xwe bihîştina ji do ra
way ji te re dibêm
ew ê wext dilê xwe bi me neşewitine
bila piştî te hemû agir heram bin
here em delaliya hevûdin
TÜM SAYIYI OKU ve/veya İNDİR ▼
İbid.Şiir 06 / 15 Eylül 2024
KAPAĞI TIKLA ▲

