Bêrî / Rêbîn Ozmen

Ji zû ve ye, nehatibûm malê. Ji ber karekî li derveyî bajêr bûm. Herî zêde min bêrîya Zero kiribû. Min dizanîbû wî jî bêriya min kiriye. Lê çi qasî bêriya min kiriye, an bi qasî min bêriya wî kiriye wî bêriya min kiriye min nizanîbû û min gelekî jî meraq dikir ya rastî. Dema ez ketim hûndir dê li devê derî li pêşiya min be an dê li odeyekê ji wan di xew de be, herî zêde min meraq vê yekê dikir. Werhasil daketim û ji bo meraqa xwe bi cih bikim, min yekser xwe avête teqsiyekê min rêya malê girt. Kelecaneke ecêb li min peyde bibû. Pirseke pir bersiv bû meraqa min. Û hebû ku bersiva wê ne bi dilê min be jî. Vê yekê ez ditirsandim. Her çi qasî min dizanî ku bêriya min kiriye jî, dîsa jî ez ditirsiyam. Difikirîm dema min derî vekir heke ne li devê derî be, de hemû xeyalên min têk herin. Belkî wê çendakî dilê min jê bimîne. Bi van fikaran, min ji bêrîka xwe rahişt cixare û çeqmaqê xwe û min cixareyek vêxist. Min yek jî da şifêrê teqsîyê û min jê rica kir ku hinekî bilezîne. Şifêr bi ya min kir.

 Hîn cixareya min bi nêvî nebûyî, em gihane sîteyê û nû erebe sekinî min hema xwe avêt derve û berê xwe da derenceyan. Şifêr bang kir, keko te pere ji bîr kirin, pere ne giring in lê te ne rahite çenteyên xwe jî. Dê ji te re lazim bibin. Bilez lê vegeriyam, min perê wî danê rahişte çentên xwe û bilez min da derenceyan. Li bendî asansorê jî nesekinîm, hilkişiyam jorê. Mala min li tebeqê diduyan bû. Min derence kirin çend qevz nizanim, hema min dît li devê derî me. Min bi hêdîka mifte ji bêrîka xwe derxist û min nexwest deng derxim. Wek ku bixwazim wî bicerîbînim an jî bixwazim di tirsa xwe de derkevim. Min bi hêdîka mifte xist kilîlê û min zivîrand. Çirk, çirk û derî vebû. Nû derî vebû, Zero deng derxist û xwe avête ber piyên min, xwe bi piyên min hekand, serê xwe li paqên min dan û bi hilperikî jorê. Min jî çente avêtin û rahişte Zeroyê xwe. Pisîkê xwe yê delal. Dema min rahiştiyê wî jî wekî ku min hembêz bike, neynûkên xwe di laşên min de berdan û wisa melisî li ser milê min. Ji aliyekî ve jî nûznûza wî ye. Carinan jî dike mirmir û kêfxweşiya xwe tînê zimên. Wê kêliyê wek ku hemû malê dinyayê bibû yê min. Wisa kêfxweş, wisa şanaz û wisa ji xwe ewle. Lewra pisîkê min Zero li devê derî li benda min bû û kêliya min derî vekir wî pêşwaziya min kiribû. Tirsa fikarên min ê belawela nehatibû serê min. Zero bi hezkirineke bêpeyan ez pêşwazî kiribûm. Dilê min ketibû cih û gelekî kêfxweş bibûm. Êdî piştî ku min xworekeke şilavî ku Zero pir jê hez dikir wekî diyarî da Zero bi dil rihetî min dikarîbû çayê xwe deynim ser û biçim serşoyê serê xwe bişom û xwe rahet bikim.

OKU ve/veya İNDİR ▼

SAYI 8 / 01 Mayıs 2024

Öykü Gazetesi 08 / Mayıs2024

Yukarı