Romanek, Nameyek û Evînek / Musa Bêjevan

Di romanan de çîroksaziya modernîst, li dijî raman û teknîkê kevneşopî ye. Nivîskarên modernîst, di tevgera avakirinê de nirxên nû û lêgerînên formê di qada xwezaya mirov de nirxên girîng derxistine holê. Di sedsala 19an de helbestên sûrrealîst û sembolîst, romana modernîst bi payeke girîng xistine bin bandora xwe. Bergson, bi têgihiştina demê re bûye xwedî bandor. Freud, bi kifşên ku di kûrahiya giyanê mirov de kirine bûye xwedî bandor. Guherîn di baweriya olî de çêbûne û sînorên baweriyê ji holê rabûne. Jung, di derbarê binhişiya kolektîf, mît û arketîpan de gelek lêkolîn kirine. Ev xebatên ku hatine kirin, nivîskarên modernîst di bin bandora xwe de hiştine û rengê romanên modernîst bi van têgîna derketiye holê. Di serê sedsala 20an de, eleqeya ku însan û giyanê însan dîtiye xwe di romanan de jî nîşan daye. Bîranîn, xewn, xeyal, fantazî, dema kronolojîk û binhişî di wêjeyê de cihekî girîng girtine. Di hûnandin û çîroksaziya romanan de bandoreke mezin li nivîskar û lehengan kirine. Nivîskarên modernîst, bi nêrînên ku ketine hişekî zêde eleqedar bûne. Lewra xewn, fantazî û binhişî di romanên modernîst de vegotin û vesazbûn guhertine.

Romana Firat Cewerî ya bi navê Derza Dilê Min, bi naverok, şêwaz û bi teknîka xwe romaneke monernist tê hesibandin. Romana ku bi şêweya epistolary novel (name-roman) hatiye nivîsandin, gelemperî bi vê şêweya xwe balkêş e. Di wêjeya cîhanê de gelek nivîskarên navdar yên weke Stefan Zweig, Johann Wolfgang Von Goethe, Anne Bronte, Franz Kafka, Fyodor Dostoyevski, Honoré de Balzac,  Jane Austen û Mary Shelley bi vê şêweyê roman nivîsîne. Cewerî jî (Di wêjeya Kurdî de em dikarin vê romanê yekem minak bihesibînin.) Ev şêwaz di romana xwe de gelek baş bikaraniye. Di vê çarçoveyê de, di vê romana ku nivîskar bêdeng dimîne û leheng diaxivin, nivîskar wekî “meta-vebêjer” bûye serwerê romanê. “Niha em dizanin ku metnên ku hatine nivîsandin, bi tenê ne rêzek peyvin ku yek wateya teolojîk derdixine holê, ew qadeke piralî ye ku tê de nivîsên cûrbecûr û orîjînal li hev dikevin û ebateka fezayî derdixin holê.”[1] Yek ji taybetmendiyên girîng ên romana epistolary ew e ku peyv di navbera lehengan de wek navgîna ragihandinê, ango “pirek” e. Di vî warî de, her çend peyvên di romanê de îşaret bi yekbûna gerdûna xeyalî dikin, di gerdûna rastiyê de nebûna ragihandinê nîşan didin. Her wiha cîhana hundirîn, hest, xewn û xeyalên lehengê romanê ji hêla nivîskar ve bi zelalî têne pêşkêş kirin. Lê belê, bersivên pirsên vekirî yên romanê, ku nivîsandina nameyan bê wate ye û bi encameke “post-criminal” diqede, ji xwendevan re tên hiştin.

Tevlihevkirina forma nameyê di romanekê de bi rastî gelek derfetan vedike. Beriya her tiştî, bi saya monologan, avahiya romanê dikare ji plansaziyê ber bi rewş-rêveberiyê ve biguhere. Ji ber ku monolog bi gelemperî li ser navê kesê yekem de tên nivîsandin, ji ber vê yekê şansê xwendevanan heye ku rasterast hest û ramanên karakteran biceribînin. Ev yek jînbûn û kûrahiyekê li romanê zêde dike. Wekî din, ji ber ku name bi gelemperî ji kesek taybetî re têne şandin, ew ji strukturên nenas ên romanê dûr dikevin û bêtir bala kesane digirin. Romanek ku nameyên karakterên cihê dihewîne dihêle ku xwendevan bûyer û hestan ji perspektîfên cihê bibînin. Ev dînamîzm û cihêrengiyê li romanê zêde dike. Wekî din, teknîka romana epistolary bi rastî dengê karakterên ku di bin zextê de ne an jî fersenda wan a derketinê tuneye û pencereyek ber bi derve vedibe temsîl dike. Bikaranîna vê teknîkê amûrek pir bi bandor e ku cîhanên hundurîn û hestên karakteran bigihîne xwendevanan.

Estetîka modernîteyê di warê edebî û hunerî de jî bûye estetîka guherînê. Di romanê de hêmanên teknîkî yên ji şaxên cuda yên hunerê di têgihîştina dem û mekan de bi hostayî hatine bikaranîn. Bakhtin, di gotareke xwe de li ser “Cronotop” disekine: Ev têgeh ji du hêmanan pêk tê; hêmana yekemîn dem e û hêmana duyemîn cih e.[2] Ev du hêman di her cureyê wêjeyê de hene û ji hev cuda nabin. Ev dem û cih ên ku ji hev re bûne destbira di hûnandina romanê de dibin rêbaz. Di vê çarçoveyê de hêmanên xeyalî yên wekî zone (cihê xeyalî), vebûna hişmendî û paşveçûn, ku xewn û rastî dikarin bi hev ve girê bidin û di nav romanê de bizaveka azadtir pêşkêşî nivîskar bikin, xwîner di nav daristana xewnan de bi rê ve dibin. Ji ber ku rastî di romanê de winda dibe, li şûna her tiştî atmosferek razber tê guhertin. Gelek caran hêmanên rastîn di jiyana ku Cewerî xêz kiriye de cih nagirin; ji ber ku gerdûnek heye ku tê de ya rastîn û razber di nav hev de ne. Di vê gerdûna metnê de, ku têkeliya lîstik û çîrokê ye, cîhaneke nû heye ku ji hêla nivîskar ve hatî pîrozkirin û damezrandin.

Name ne tenê navgîna vegotina hestyarî ne, ji bo têgihîştina kûrahiya derûnî û nakokiyên hundirîn ên lehengan jî girîng in. Dema ku name cîhanên hestyarî yên karakteran eşkere dikin, ew perspektîfek psîkanalîtîk jî pêşkêş dikin. Raman, xwestek û xemên ku karakter di nameyên xwe de tînin ziman, firsendê dide xwîneran ku hestên karakteran kûrtir fam bikin. Ev hêza teknîka epistolaryê dema ku portreyên psîkolojîk ên lehengên romanê diafirîne eşkere dike. Di vê çarçoveyê de Cewerî cureya peyvan weke amûreke bi bandor ji bo vekolîna cîhanên hestyarî û nakokiyên navxweyî yên karakteran bi kar aniye. Bi taybetî ji bo lehenga jin Malîn, peyvên ji perspektîfa psîkoanalîtîk hatine bikaranîn, hiştiye ku xwendevan kûrahiya kesayeta wê baştir fam bikin.

Giyanê însan û hişmendî çiqas tevlîhev û aloz be, teşeyên metnên ku tên nivîsandin jî hevqasî divêt tevlîhev û alozî bin. Hevokên metaforîk wateyê dinixumînin, kêş û vekêşê binhişî, teqînên qetiyayî yên kêliyan, zimanê hiş yê taybet û hwd. ev hemû tişt hinek ji taybetmendiyên vê romanê ne. Di romanê de bi taybetî îmaj (bi giştî xwesteka cinsî) bibîranîna paşerojê ye, hes û rewşên ku werin jiyîn; di hiş de zindî dibin. Bi rastî em dikarin romana xwe ji serî heya dawî weke yek îmajê jî bihesibînin. Cewerî, ev îmaj û xeyal di romanê de tevlîhev û bi hev re bi kar anîne. Nameyên romanê bi van hêmanan bi hev re tên girêdan, lewma di romanê de dem, bi vê îmajê senkronîze jî dibe.

Pirsin jê di jiyana mirov de hene ku, ev pirs pirsên derengmayî ne. Dema ku ev pirs nayên kirin di dilê xwediyê pirsê de dibine weke birîneke reş, li ser kezebê û kesê ku wê pirs jê bê kirin jî, dibine deryaya xeyal û derewan. Pirseke serleheng heye ku ji serê romanê dest pê dike û heya ku xwendevan digihêjî dawiya romanê jî ev pirs hê nehatiye kirin. Di vê romanê de hinek pasajan de mînakên rewşên xeyalî hene. Em dikarin ji van re bibêjin “xewnên sibehê”. Ev fantaziyê hişyarî yan jî “hênijîndina kêlîkê” ne. Ev xeyal xwe ji bîranîna xwedî dikin û carinan jî ji bo nasîna lehengan re dibine weke nasnameyekê. Cewerî di her nameyekê de rewşa derûnî, nakokiyên hundirîn û hestên tevlîhev ên Malîn ji hev cuda vedibêje û xwîner vedixwîne ku li cîhana hundirîn a karakterê ku wî afirandiye vekole. Ev rewş ji me re dibe alîkar ku dubendiyên tevlihev ên Malin di navbera tirs, fikar, evîn û xwesteka cinsî de fam bikin. Cîhana Malîn ya bi tirs, xemgîn û dubendî rê dide me ku em nakokiyên navxweyî yên di romanê de baştir fam bikin.

Di encamê de teknîka romana epistolary ya ku Firat Cewerî bi kar aniye, avahiya bingehîn a romanê çêdike û teşeyê pêş dixe. Şêweya vegotinê ya Cewerî jî bijarteyeke ku evînê bi kûrahî vekole nîşan dide. Lehengên ku wî afirandine bi dengên xwe, bi serpêhatiyên xwe û bi nêrînên xwe çîrokên xwe vedibêjin û dihêlin wekî karakterên xurt û serbixwe derkevin holê. Vê romana ku wateyek cidî û wekî pêşengek ji awayê vegotinê yê bijarte û şêwaza romana epistolary ya Cewerî, alîkariyeke girîng li romana kurdî kiriye. Di vê çarçovê de em dikarin Derza Dilê Min wekî mizgîniyekê bihesibînin ku di warê romana Kurdî de romanên cuda û bihêztir ên ku di pêşerojê de bêne nivîsandin.


[1] Barthes, R. (1987). Post-Structuralism and the Question of History. Cambridge: Cambridge University Publications.

[2] Bakhtin Michail M., Formsof Time and of the Chronotope in the Novel, The Dialogic İmagination: Four Essays. Ed. Michael Holquist. Çev. Carly Emerson and Michael Holquist. Austin: Uof Texas P, 1981, 84-259

Derza Dilê Min
Firat Cewerî
Avesta Yayınları
Roman / 136 sayfa

Veveya Kitap 20 / 05 Temmuz 2024

Veveya Kitap 20 / 05Temmuz2024
Yukarı