Mirî Diçin Ku? -3- / Yildiz Çakar

Mirî Diçin Ku? -3- / Yildiz Çakar / “Öykü Gazetesi” ji hejmara duyemîn

Dayik: Meryam

Kur: Bozo

Zarok

(Diya Bozo, li meydana gund e, di navbera xanî û qereqolê de ye. Geh li deriyê malê dinêre, geh li deriyê qereqolê û dipêyive)

Digotin, Bozoyê Meryamê ji kurrê min re. Li bavê xwe çûbû, loma çavên wî heşîn bûn.  Hîn şeş-heft salî bû, tim bi min re li ser erd û banî bû.  Ji ber ku sêwî bû, ez di şûna bavê wî de bûm. Bi feqîrî, bi nanê tisî min kurrê xwe mezin kir, kir xortekî bîst û çar salî. Şerm e qal bikim, min ji kurrê xwe re girara bê rûn, şorba bê xwê û nanê şikeva hazir kir, bo nebe mihtacê gur û çeqelan. Bozoyê min, kurrê Meryamê, bazda kar, bazda ilm. Erdê me yê bêav kir bexçeyekî hêşîn, piştî xwendina xwe lixwe kir berdilka spî a bijîşkîyê. Salek mabû ha, salek! Tu ji min fam dikî? Salek mabû wê Bozoyê min bibûya bijîşk, wê li nexweşxana mezin dest bi kar bikira, bêşik.

Rojek sê zilamên sivîl hatin ber derî, li ser serê me kirin teqreq û gilî. Me bi xwasî bazdan ber derî. Girtin kurrê min, avêtin Torosa spî. Siya kurrê min li pişt cama dawîn ma, em di nava toza çûyina wî de. Birin Bozo!  Birin û careke din neanîn.  Wê rojê kazaxê sor lê, porrê wî weke rê ji aliyê kêlekê ve vekirî bû.  Şevek berê, li ser xênî, digo: “Dayê, êdî dinya sar e, ka destê xwe dîne ser min, ew heta hetayê ji min re yar e.” Birin! Destê min ji kurrê min kirin. Mala min bê sewt û sar kirin. Ocaxa min kor kirin. Bozoyê Meryamê, tu li ku yî? Vegere kurrê mino. Çavên dayika te rijiyan li rê. Rê bûye mezelek ji hemû zemanan re. Sala wî ya dawîn bû. Wê kurrê min biba bijîşk. Min bi çi feqîriyê kurrê xwe mezin kir. Di van axuran de min heywan xwedî kirin, min qet minneta xelkê nekir, min dengê xwe nekir. Min şîr doşt, min mast meyand, min genim li êş hêra. Ji wan hinek li bazaran keda eniyî kir, hinek li mal li ber kurê xwe qismeta xwedê kir.

Tenê bo kurrê min bixwîne, nebe mihtacê tu evdê xwedê. Ev çi êşeke giran e. Weke kevirekî mezin te rakiribe û danîbe ser dilê min. Heciqîne di bin de hemû bîranînên min.  Şev û rojan dikim gazî, ne ji kevir deng tê, ne ji dewleta kumstûr û har.  Ketin milê lawê min, birin li ber çavên min. Yekî ji wan li min zivirî, go: “Lawê te ji dewletê vedişêre, birîndarên kurdan baş dike.” Min go, Hewar, îmana we tune, hûn ji xwedê re dikin bar. Kurrê min ji her kesî re wezna xwe dike dad. Ji kîjan olê û nizanim çi be jî, dibêje zimanê te û miletê çi be ser çavan. Ew ne şûr e, devê wî qet ne tûj e. Ji destê wî çare, ji çavên wî ronahî tê. Min go… Min dengê xwe berz kir. Qet nesekînin li benda min. Weke ez ne diya wî bim. Min bazda li dû erebê, erebe bû ba. Lêxist û çû weke ji xezeba.  Çûm û her çûm. Gotin li qereqola gund e, dibêjin îfadeyek li ser heye. Ser bû kûpê êşê.   Qelb got heta tu nebîne, vegera te tune li malê, mala ku bêhna xerab jê tê. Çûm! Rûniştim bi roj û şevan. Ji min re gotin, “Bicehime ji ber deriyê leşkerîyê!” Leşker kî bûn? Ji kîjan qulikê ketibûn?

Mam bê ewlad li vê meydana ne ji zikê dê. Dibêjin, Teseliya xwe bixe, here mala xwe lamba xwe pêxe. Nizanin Bozo, nizanin, bêhna mirinê ket ser hêlînê, xera kir çar dîwarên wê. Bila kes nêbêje min ha! Ji bîra diya xwe zanim. Li ser hêlîna xerakirî hêlîn naye avakirin. Le! roj diçû ava, kurrê cîran bûbû şahidê windabûna-  Çend sal berê ew derxistibûn televizyon û radiyoya. Digot, “Min dî, Bozo, apê Bozo, xalê Bozo, pismamê Bozo û hevalên wî yên zanîngehê, hemû li îşkencexana qereqola gund, bi serserkî li asqiyê xistibûn.” Xistibûn le! Kurrê min li asqiyê xistibûn bi serserkî. Weke mezbexanê, rêz bi rêz şîrê diya wan ji pozê wan anîn, heta dilopa dawîn a di nava xwîna wan de.  (ji derîyê qerekolê re dibêje) Zanim te her tiştî dî ye. Dev û guhê te mohrkirî ye. De bibêje min ey textê li xaniyên xeraban, çima tu bersivê nade, derheqê xortê min ê weke babaegîdan?  

(hêsirên çavên xwe paqij dike, dîsa vedigere bi alîyê deriyê qereqolê ve û bixwe bixwe hîn dipeyive)

Diçim ku derê deriyekî miftekirî, du mifte jî li dest û lingên min…  Dixist hêviyên min, sal û meh ji teqwîma emrê min dixist. Ez pîr bûm kurrê mino, pîr bûm li ber van deriyan. Kes nabihîze feryad û fîgana dayikan. Çiqas çûm ber deriyê hekîm û sawciyan, digotin, Em çi zanin kurrê te bi ku de çûye? Ev fermandarê qereqolê! Çûm ber deriyê wî carekê.  Çawa çav li min ket, borbor jî vê re pê ket. Got, “Tu dîsa hatiyî, ez ê çepilê te bigrim û bavêjim zindanê, hetahetayî.” Min xwe çeng kir, min wan stêrkên li ser milê wî di nava kulma xwe de hefs kir. Min go, “Ey sextekarê zilamê sextekaran! We bir kurrê min ji mala dê û bavan.  Bibêje we kurrê min avêt bin kîjan newalan?” Hêrsa xwe li ser serê min zêde kir,  bi dengê xwe yê qebe ji xulamokên xwe re ferz kir. Got, “Vê jinika dîn bibin biavêjin ber deriyê derve!”

Li derve me. Cihekî ku biçimê tune ye. Heta te bibînim ji min re sekn tune ye, Bozoyê Meryemê. Çawa qêmîşî te kirin? Wê zuha nebe van hêsirên çavan. Ka binêre wa baran jî dest pêkir. Ma kî wê ji ku bizanibe, van dilopana hêsîrên xwedê ne. Xwedê jî bi dayikan re digrî ha, xwedê jî. Ha nebêje min delalo, nebêje ka xwedê bo çi digrî?

Öykü Gazetesi

Yukarı