Evîndarên Franz K. û Evîndarên Kurdî / Mewlûd Oguz

Fotoğraf: Mewlûd Oguz

Nivîskar û Serokê PENa Navnetewî Burhan Sönmez piştî 5 romanên bi zimanê tirkî ku ev roman li zêdetirî 40 welatî û nêzî 50 zimanan hatine wergerandin romaneke bi navê ‘Evîndarên Franz K.’ bi kurdî nivîsî, bi gotineke din vegeriya mala xwe, vegeriya zimanê xwe yê zikmakî.

“Ji ber ku em kurd li seranserê dinyayê bi êş û azarên xwe navdar in. Lewma dinya me nabînê, lê birînên me dibîne. Ji ber ku dinya li bedena me ya birîndar dinêre rihê me nabîne.” Burhan Sönmez derbarê kitêba xwe ya bi kurdî ya bi navê Evîndarên Franz K. de wiha dibêje.

Sönmezê ku bi eslê xwe ji Haymanaya Enqerê ye, li zanîngehê perwerdeya hiqûqê wergirtiye, demekê parêzerî kiriye û piştî wê wekî gerînendeyê giştî yê Weşanxaneya Ayrintiyê kar kiriye. Wî li welêt û derveyî welêt gelek xelat wergirtine û di rojnameyên wekî La Repubblica, Der Spiegel û The Guardianê de nivîsên wî weşiyane. Halê hazir li Zanîngeha Cambridgeyê li ser mafê mirovan û edebiyata îngilîzî dersan dide û li gelek bajar û zanîngehên cihanî gotûbêjan dide. Ew sala 2021ê di kongreya Sedemîn a PENê de wekî serokê PENê hat hilbijartin. Wî herî dawî di destpêka salê de romaneke bi navê Evîndarên Franz K. nivîsî û ew roman ji Weşanxaneya Lîsê bi kurdî hat çapkirin û belavkirin.

Diyardeya pirzimaniyê (bilingualizm) her tim bala min kişandiye. Nivîskarên wiha çawa biryar didin bi kîjan zimanî binivîsin? Dema ji çend zimanên ku dizanin bi yekî dinivîsin ji yên din heta çi radeyê sûdê werdigirin? Gava behs ji nivîskarên bilingual vedibe yekser çend nav têne bîra mirov. Bo nimûne Nabokov piştî Şoreşa Cotmehê dev ji rûsî berdide û bi ingilîzî dinivîse. Milan Kundera ji dêvla çekî bi frensî, Samuel Becket piştî demekê ji dêvla ingilîzî bi fransî dinivîse. Belkî heta radeyeke ev normal be ji ber ku di navbera van zimanan de hiyararşiyek, bi gotineke din diyardeya ‘zimanê serdest û zimanê bindest’ tune ye.

Herwiha, nivîskarên ku dev ji zimanên serdest berdidin û vedigerin zimanê xwe yê zikmakî jî têra xwe hene. Kateb Yacine, piştî fransî vedigere zimanê berberî. Ngugi wa Thiong’o ji îngilîzî vedigere zimanê gî Gikuyu.

Dema em berê xwe bidin romanên kurdî, bi giştî em dikarin bibêjin ku di romanan de zêdetir behsa kurdan û jiyana kurdan dikin; behsa şerî, koç û koçberiyê, penaberî û bêcihûwarbûnê dikin. Lê romana Burhan Sönmez, erê bi kurdî yê lê behsa kurdan nake û mekanê ku roman lê derbas dibin jî ne erdnîgariya kurdan e. Sönmez bi kurdî behsa nivîskarê navdar Franz Kafka û evîndarên wî dike.

Lehengê sereke yê romanê Ferdy Kaplan hezkiriyekî  Kafka ye û li gorî wî Max Brodê hevalê Kavka bi ya Kafka nekiriye û sadiqî wesîyetnameya wî nameye. Ji dêvla ku Brod berhemên Kafka bişewitîne gunehekî mezin kiriye, çimkî rêz û hurmet li vîna nivîskêr negirtiye, loma jî bi awayekî hewil dide tola Kafka ji Brod hilîne.

Li ser pirsa ‘çima Kafka û çima Ewropa?’ Burhan Sönmez wiha dibêje:

“Min di romanên xwe yên berê de behsa mijarên li Tirkiyê û pirsgirêkên kurdan kiriye lê dema ku min cara yekem bi kurdî nivîsî, min bi taybetî nexwest behsa êş û azarên kurdan bikim. Ji ber ku em kurd li seranserê dinyayê bi êş û azarên xwe navdar in. Lewma dinya ne me, lê birînên me dibîne. Ji ber ku dinya li bedena me ya birîndar dinêre rihê me nabîne. Ji dêvla ku behsa êş û birînên xwe bikim, min xwest ber û baskên xwe ber bi dinyayê vekim û mijareke ku kirine bin ramana xwe, li ser mijareke wiha, yanî li ser Kafka binivîsim. Eger hat û roman bo zimanên din bê wergerandin, bila herkes romanekê bibîne ku li ser mijareke cuda hatiye nivîsîn.”

Eger mewzubehs ji hêla siyasî û çandî ve du zimanên di heman astê debin, mirov yekî tercih bike ev gelekî baş tê fêmkirin û maqul e lê eger zimanê mirov ê zikmakî li ber tunebûnê be û mirov hê jî pê nenivîse ev tercîheke kêfî ye û sedî sed rê li ber asîmîlasyonê xweş dike.

Her wiha eger du zimanên azad hebin, herdu ziman ji aliyê siyasî ve xwedî statuyekê bin, mirov ji herduyan yekî tercih bike normal e, lê li cem me, bi awayekî eşkere zimanê serdest û bindest, bi gotineke din ‘zimanê efendiyan û zimanê bendeyan’ heye. Loma israra di zimanê zikmakî de ne tercîhekê lê pêwîstiyek e. Loma vegera her nivîskarekî bo kurdî girîng e, vegera Burhan Sönmez bo kurdî bizaveke gelekî girîng e. Vegera Burhan Sönmezê nivîskar û aktîvîst, bo kurdî, bi ya min dê rê li ber vegera nivîskarên din jî veke, ew dê cesaretê bide ciwanan da ku ew jî li zimanê xwe vegerin.

Wekî evîndarekî kurdî, bi mebesta vê nivîsê car din bi xêrhatin û destxweşiyê li kekê Burhan dikim. Tu bixêr hatî kekê Burhan. Te, em evîndarên kurdî kêfxweş kirin. Ji ber kurdî li te hatiye û tu li kurdiyê.

Evîndarên Franz K.
Burhan Sönmez
Weşanên Lîs
Roman / 126 sayfa

Veveya Kitap 16 / 05 Nisan 2024

Veveya Kitap 16 / 05Nisan2024
Yukarı