Burhan Sönmez “Rapirsiya Proust” Bersivand
Nivîskarê Fransî Marcel Proust, di 13 saliya xwe de rojnivîsekekê dikire, pirsên di rûpela ewil a rojnivîskê de dibersivîne û wek diyariya rojbûnê dide hevalê xwe Antoinette Faure. Rapirsiyeke mîna vê di 20 saliya xwe de jî dibersivîne û her du rapirsî piştî mirina Proust bi çend salan tên weşandin. Ji ber pirsên her du rapirsiyan hema bêje yek in, di lîteratorê de navê wê wek “Rapirsiya Proust” dimîne. “Rapirsiya Proust” bi wergera Şêxo Fîlîk bi Kurdî di Veveya’yê de ye…
Dirûşmeya te ya jiyanê çi ye?
Heyfa mêran, heyfa jinan…
A niha di çi rewşê de ye derûniya te?
Hem xemgîn û hem jî hêvîdar im
Te dixwast li ku derê bijî?
Xwazka li deşta gundê me derya jî hebûya
Rengê herî pir jê hez dikî?
Îro ez rengê şîn hez dikim.
Kulîlka herî pir jê hez dikî?
Gul û begonvîl
Çivîka herî pir jê hez dikî?
Gerdensor
Nivîskara/ê herî pir jê hez dikî?
Dostoyevskî
Helbestvana/ê herî pir jê hez dikî?
Aragon
Wênesaza/ê herî pir jê hez dikî?
Van Gogh
Muzîkjenê herî pir jê hez dikî?
Mozart
Karakterê mêr ê herî pir jê hez dikî?
Raskolnikov û Hercule Pairot
Karaktera jin a herî pir jê hez dikî?
Anna Karenina
Lehengên dîrokî ku favoriyên te ne?
Ghandi
Lehengên dîrokî ku jê aciz î?
Kesên bê merhemet
Di jiyana rasteqîn de lehengên jin ku favoriyên te ne?
Marie Curie
Di mêrekî de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?
Qencî
Di jinekê de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?
Qencî
Xûpakiya ku herî pir jê hez dikî?
Dilovanî
Te dixwast hevalên te xwediyê çi xû û xisletan bin?
Xweşbînî
Kêmahiya sereke ku di xwe de dibînî?
Qîmeta zemanê pir nizanim
Di mirovahiyê de taybetmendiya ku herî zêde jê hez dikî?
Jêhatîya wênesazi û muzîkê
Ji pêkanîna kîjan karî bextewar î?
Nivîs
Te dixwast di şûna kê de bî?
Nîkola Tesla
Dikarî kîjan şaşiyan/ xeletiyan xweş bibînî?
Şaşiyên ku ji aliyê mirovên baş ve têne kirin
Kêlîka ku herî zêde wê te bextewar bike?
Bi malbata min re rojek xweş
Bûyera ku herî zêde wê te xemgîn bike
Hezkiriyên xwe winda kirin
Dixwazî çawa bimirî?
Ji nişka ve, berî ku ez pir pîr û qels bibe.