Çend Qiseyên Bi Ouzê Re / Nûroj Mûnzûr

Çend Qiseyên Bi Ouzê* Re / Nûroj Mûnzûr

rojbaş Vîrjînia

rojbaş heyat!

silavek li odeya min jî

çar dîwar

û

deriyek

Vîrjînîa

nebêje kesî ku ew leylaneke!

çavên xwe miz bide, mîç bike

û

cardin cardin min bixapîne

jixwe min ne divê derva têxim bîra xwe

xwe li kîjan Quzîyê aş bikim?

dê kengî berceste bibim tê de Vîrjînîa?

çar dîwar

û

derîyek

derew e

derew im

derew î

ez ê di guhê te bibêjim;

jimêj de ye

di gîrdaba welatek bêode

û odeyek bêwelat de sergêj im

Vîrjînîa

di Ousê de odeyek heye?

bira çem bêwelat bûn newsa?

Vîrjînîa

min odeyek divê

belkî di avekê ji xwe bawer de

an jî

di valahîyekê de

bilindtirîn ji mala Hîlda** yê jî

bila pehnîya xwe bi tu axan neêşe

û

pala xwe ne li tu parzemînê be

na, ne li arafê jî

da ku tu kes curetê neke navekê lê bike!

ez ê li şaneşîna wê gotarên rizgarîyê bigerînim

û

ez ê ji çûkan re pesnê azadîyê bidim

da ku em bi hev re frînê bimeyînin

di paceya wê de porê xwe berdim bextê bayê

libaaa, libaa

ta ku heyfa hemû keziyan hilînim

 *çemê ku vîrjînîa xwe avêtîyê

**hîlda domînî

hamburg/ gustav adolf strasse

*Ev kategoriya VEVEYA yê da metnên edebî yên wek helbest, çîrok û gotar bên weşandin berpirsyare wî Çayan Okuducî ye.

Yukarı