Sîdar Jîr “Rapirsiya Proust” Bersivand

Sîdar Jîr “Rapirsiya Proust” Bersivand

Nivîskarê Fransî Marcel Proust, di 13 saliya xwe de rojnivîsekekê dikire, pirsên di rûpela ewil a rojnivîskê de dibersivîne û wek diyariya rojbûnê dide hevalê xwe Antoinette Faure. Rapirsiyeke mîna vê di 20 saliya xwe de jî dibersivîne û her du rapirsî piştî mirina Proust bi çend salan tên weşandin. Ji ber pirsên her du rapirsiyan hema bêje yek in, di lîteratorê de navê wê wek “Rapirsiya Proust” dimîne. “Rapirsiya Proust” bi wergera Şêxo Fîlîk bi Kurdî di Veveya’yê de ye…

Dirûşmeya te ya jiyanê çi ye?

Jiyanek bi dile xwe bijî.

A niha di çi rewşê de ye derûniya te?

Niha bi xwe re din ava şer û mûhakemeyê de me.

Te dixwast li ku derê bijî?

Cihekî sabît naxwazim û dixwazm gerokî bijîm.

Rengê herî pir jê hez dikî?

Xakî.

Kulîlka herî pir jê hez dikî?

Nêrgiz.

Çivîka herî pir jê hez dikî?

Beytik.

Nivîskara/ê herî pir jê hez dikî?

Gelek kes hene û cihê her yeke/î cuda ye.

Helbestvana/ê herî pir jê hez dikî?

Cizîrî û Peşêw.

Wênesaza/ê herî pir jê hez dikî?

Vincente Romero Redondo.

Muzîkjena/ê herî pir jê hez dikî?

Juan Baez û Ciwan Haco. Ji nifşê nû yê muzîka Kurdî jî Mem Ararat, Siya Şevê.

Karakterê mêr ê herî pir jê hez dikî?

Tajdîn.

Karaktera jin a herî pir jê hez dikî?

Handa.

Lehengên dîrokî ku favoriyên te ne?

Gelek kes hene çi Kurd çi jî yên ne Kurd. Her yek rewşa wan cuda ye ji bo min.

Lehengên dîrokî ku jê aciz î?

Benito Mussolini, Adolf Hitler, Sedam Husên û gelek in kê bibêjim û kê nebêjim. Hemû kesên komkujî kirine ji tevan aciz im.

Di  jiyana rasteqîn de lehengên jin ku favoriyên te ne?

Ew kesên ji bo azadîyê bi dil û can têdikoşîn û diqîrin.

Di mêrekî de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?

Durist, rastgo, wêrek û jîr.

Di jinekê de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?

Durist, rastgo, zarşêrîn, jêhatî û ne zêde çavbenar.

Xûpakiya ku herî pir jê hez dikî?

Duristî, dilsozî, wêrekî û jêhatîbûn.

Te dixwast hevalên te xwediyê çi xû û xisletan bin?

Bila dilsoz û durist bin bes e.

Kêmahiya sereke ku di xwe de dibînî?

Zû xwe dixapînim û bi her kesî bawer dibim. Ev yek jî zêde serê min diêşîne

Di mirovahiyê de taybetmendiya ku herî zêde jê hez dikî?

Duristî, edalet û nermîya dilî.

Ji pêkanîna kîjan karî bextewar î?

Nivîskarî min bi digel hemû pirsgirêkên heyî jî bextewar dike.

Te dixwast di şûna kê de bî?

Dilê xwe nabijînim halê kesî. Ez ê dîsa bixwazim bibim xwe.

Dikarî kîjan şaşiyan/ xeletiyan xweş bibînî?

Heger yek ne bi zanebûn xeletîyekê bike û bêyî ez bibêm were û bi duristî poşmanîya xwe bîne zimên.

Kêlîka ku herî zêde wê te bextewar bike?

Dema ez berhemek xwe biqedînim.

Bûyera ku herî zêde wê te xemgîn bike

Dema xeberek reş derbarê xiz û dostên xwe de bibihîzim.

Dixwazî çawa bimirî?

Ji nişka ve.

Yukarı