Deqa Gîyan / Dilawer Zeraq

Deqa Gîyan / Dilawer Zeraq

– dayê tu yê vê carê berê xwe bidî kîjan alî?

– ………………

– dayê… ka te negot… tu yê îro kîjan alî wek gora dêya xwe bineqînî…

– hema wek her gavê… gîyanê min ez bi kîjan alî ve birim… keça’m… ez ê bi wî alî ve biçim…

– ………………

– aha va ye, vê carê gîyanê min… te dît… berê min da bi alî rojhilatê ve…

– dayê ma te hefteyek berê jî… te berê xwe dabû bi alîyê rojhilatê bajêr ve…

– keça’m de ax e… gîyan e… zêdetir… bi wî alî ve dibe…

– dayê ez dibêjim qey… dilê te rojhilatê dixwaze loma… darên lê şîn hatî şîrîntir in… di ber dilê te de…

– qet dibe… keça’m…

– dibe… dibe… tu dizanî dêya te li ku derê veşartî ye…

– dêya min li her derê ye… keça’m… min çend car ji te re gotin… her der gora wê ye… li her beşa axê ya em li ser… gîyanê wê… şîrîn… vîna wê… xurt… hezkirina wê…germ… jinbûna wê… bedew… dêtîya wê…

– dayê ma te negot dêya te… çûye şer…

– e… keça’m…

– ………………

– şerê rûmetê… berxwedanîya serdemê… avakirinê… nûjiyanê… teqîyaye… jinejîyan… belavî her derê…

– dayê… îcar çima dêtîya dêya xwe tînî dixî nava vê çîrokê…

– ………………

– çîrok… qey tu dibê hemû tiştên min ji te re gotin… çîrok in… e keça’m… te got qey wisan e…

– na yadê, min ne wisan got… yanê wekî qalkirin çîrok…

– e keça’m… wê çend sal dêtî li me kir… besî me ye… jixwe… paşê jî bû dêya axê…

– ………………

– Dilar… dêya min… û hevrêyên wê… şûştin… bi hev re… dilê xwe… di axa em li ser… çandin… dara jîyanê… av dan… xwîna xwe…

– dayê… bes êdî… gelek sal di ser te re bihurîne… va pişt jî li te xûz bûye… her pêncşemîyê tu xwe li van çolan diqewimînî… misînek didî destê xwe… hey avê direşînî… li derûdorê… bes êdî… ji xwe vegere… 

– ………………

– na, keça’m… wan çilk… di canê xwe de nehişt… reşand… li ser vê axê… mîna avê… xwîn… çandin… dara jîyanê… azadîyê…

– ………………

– ez ê jî…

erê keça’m… erê Arîna min… ev çend rojên dawîyê ne… her û her… axaftina ku di navbera min û dêya min de derbas bûye… ne dibêje roj e, ne dibêje şev e, ne dibêje mal e, ne dibêje sibeh e, ne dibêje êvar e, ne dibêje derve ye, ne dibêje nivîn e, ne dibêje hundir e, ne dibêje kuçe ye, ne dibêje xew e, ne dibêje nav ciyê bavê te ye, ne dibêje çarsî ye, ne dibêje xilmaşî ye, ne dibêje sifreya xwarinê ye, ne dibêje şiyarî ye, ne dibêje destav e, ne dibêje mêvandarî ye, ne dibêje trimbêl e, ne dibêje ger û geşt e, ne dibêje civat e, ne dibêje trên e, ne dibêje… tê û xwe li min diqewimîne…

erê keça’m… erê Arîna min… ev demek e… ev axaftin xwe ji kûrayîya bîra dîrokê difilitîne… û… û di her carê de jî… li min dibe can… dibe deng… ez im… dibêje… deq im ez… li jîyana te… ez im… dibêje… deq im ez… li gîyanê te…

ez im… naynivîsin im…

*Ev kategoriya VEVEYA yê da metnên edebî yên wek helbest, çîrok û gotar bên weşandin berpirsyare wî Çayan Okuducî ye.

Yukarı