Firat Cewerî “Rapirsiya Proust” Bersivand

Firat Cewerî “Rapirsiya Proust” Bersivand

Nivîskarê Fransî Marcel Proust, di 13 saliya xwe de rojnivîsekekê dikire, pirsên di rûpela ewil a rojnivîskê de dibersivîne û wek diyariya rojbûnê dide hevalê xwe Antoinette Faure. Rapirsiyeke mîna vê di 20 saliya xwe de jî dibersivîne û her du rapirsî piştî mirina Proust bi çend salan tên weşandin. Ji ber pirsên her du rapirsiyan hema bêje yek in, di lîteratorê de navê wê wek “Rapirsiya Proust” dimîne. “Rapirsiya Proust” bi wergera Şêxo Fîlîk bi Kurdî di Veveya’yê de ye…

Dirûşmeya te ya jiyanê çi ye?

Ji bo jiyaneke baştir bixebite, lê jiyana xwe ji bîr neke.

A niha di çi rewşê de ye derûniya te?

Ez aniha di rewşeke melankolî di nav fikir, xeyal û fantaziyan de vedigevizim.

Te dixwast li ku derê bijî?

Ez gerok im, dixwazim li çend welatan bi hev re bijîm.

Rengê herî pir jê hez dikî?

Sorê tarî.

Kulîlka herî pir jê hez dikî?

Gula sor.

Çivîka herî pir jê hez dikî?

Teyrê Tawiz.

Nivîskara/ê herî pir jê hez dikî?

Dostoyevski.

Helbestvana/ê herî pir jê hez dikî?

Melayê Cizîrî.

Wênesaza/ê herî pir jê hez dikî?

Amedeo Modigliani.

Muzîkjenê herî pir jê hez dikî?

Vivaldi.

Karakterê mêr ê herî pir jê hez dikî?

Doktor Glas.

Karaktera jin a herî pir jê hez dikî?

Fatima Salih Axa.

Lehengên dîrokî ku favoriyên te ne?

Mahatma Gandhi, Mele Mistefa Barzani, Martin Luther King.

Lehengên dîrokî ku jê aciz î?

Benito Mussolini, Adolf Hitler

Di  jiyana rasteqîn de lehengên jin ku favoriyên te ne?

Ên ku ji ber zilmê debar nakin, çarikên serê xwe davêjin nav êgir, herdu diliyên xwe li ba dikin û ji bo azadiyê diqîrin.

Di mêrekî de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?

Rastgo, destfireh, ne şelaf.

Di jinekê de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?

Zarşêrîn, ne dilxerab , bixwebawer.

Xûpakiya ku herî pir jê hez dikî?

Dilsoz, ne xapînok, bi nan û xwê.

Te dixwast hevalên te xwediyê çi xû û xisletan bin?

Ne dexsok û durû bin.

Kêmahiya sereke ku di xwe de dibînî?

Pê re nagihêm dilê her kesî xweş bikim.

Di mirovahiyê de taybetmendiya ku herî zêde jê hez dikî?

Dilsoz, mervan û dilovan.

Ji pêkanîna kîjan karî bextewar î?

Nivîskarî.

Te dixwast di şûna kê de bî?

Ez ji şûna xwe razî me.

Dikarî kîjan şaşiyan/ xeletiyan xweş bibînî?

Gava xwediyên xeletiyan bi xeletiyên xwe dihesin û lêborînê dixwazin.

Kêlîka ku herî zêde wê te bextewar bike?

Dema ez nixteya dawî datînim romanek xwe.

Bûyera ku herî zêde wê te xemgîn bike

Ku ez nûçeyek reş di derbarê ên nêzîkî xwe de bibihîzim.

Dixwazî çawa bimirî?

Di pêvajoya mirinê de êşê nekişînim, ji ên nêzîkî xwe re nebim bar, têkevim xeweke kûr û qet şiyar nebim.

Yukarı