Afrikayek Dirêjkirî / Çayan Okuducî
bênav û bêdeng
afrikayek dirêjkirî li ser çok
reşand hafizaya qut û kor
di nava çaleke çilmisî da li xwe digeriya
awazeke niştîmanî bû:
peyayo berxwedaro hêrskaro
rûyê me dişibiya avên bêhn tirş û qirêj
aciz im ji dengê kor
direvim ji beybûnan delaliyên tewş
rûyê qelaştî û yê li bin ketî ez im
bi nanê sar roj diçe ava
hêviyê daye ser şopa hîçbûnê:
de were cixare li ser cixare pênexe
erê ez anarşîstek
dînek îflahnebûyî me di tariya modern de
di kîjan deriyên bêbav de asê ma soz û peyam?
de bêje min bêriya karahübür nekiriye
de bêje dinime imanıma bi te şa nebûm
ew ê ji me:
çend awazên Hesen Zîrek û çend gazin
bila bimîne tehma dîtinê
sivik
vala
û
azad
*Ev kategoriya VEVEYA yê da metnên edebî yên wek helbest, çîrok û gotar bên weşandin berpirsyare wî Çayan Okuducî ye.