Mehmet Dicle “Rapirsiya Proust” Bersivand

Mehmet Dicle “Rapirsiya Proust” Bersivand

Nivîskarê Fransî Marcel Proust, di 13 saliya xwe de rojnivîsekekê dikire, pirsên di rûpela ewil a rojnivîskê de dibersivîne û wek diyariya rojbûnê dide hevalê xwe Antoinette Faure. Rapirsiyeke mîna vê di 20 saliya xwe de jî dibersivîne û her du rapirsî piştî mirina Proust bi çend salan tên weşandin. Ji ber pirsên her du rapirsiyan hema bêje yek in, di lîteratorê de navê wê wek “Rapirsiya Proust” dimîne. “Rapirsiya Proust” bi wergera Şêxo Fîlîk bi Kurdî di Veveya’yê de ye…

Dirûşmeya te ya jiyanê çi ye?

Em ji felekê çi bidizin, ew kar e.

A niha di çi rewşê de ye derûniya te?

Xwe bêwar hîs dikim.

Te dixwast li ku derê bijî?

Li derekî dinê yê herî dûrê Turkiyeyê.

Rengê herî pir jê hez dikî?

Kesk

Kulîlka herî pir jê hez dikî?

Kulîlkên gilyazan.

Çivîka herî pir jê hez dikî?

Çivîkên malan

Nivîskara/ê herî pir jê hez dikî?

Gabriel Garcia Marquez

Helbestvana/ê herî pir jê hez dikî?

Ji helbestên gelek şairan hez dikim lê Mayakovskî pir nêzê min e.

Wênesaza/ê herî pir jê hez dikî?

Hieronymus Bosh, Pieter Bruegel, Wiliam Adolphe…

Muzîkjena/ê herî pir jê hez dikî?

Şakiro, Leonard Cohen û gelekên din.

Karakterê mêr ê herî pir jê hez dikî?

Florentino Ariza

Karaktera jin a herî pir jê hez dikî?

Anna Karenina.

Lehengên dîrokî ku favoriyên te ne?

Ji Qazî Muhemed heta Ferzende Beg û Şêxê Kubar, hemî Serhildêr ên Kurd,

Lehengên dîrokî ku jê aciz î?

Adolf Hitler, Enwer Paşa, Mustefa Kemal, Hernan Cortez, Sadam … Lîste dirêj e.

Di  jiyana rasteqîn de lehengên jin ku favoriyên te ne?

Jinên kurd ku li ber Daişê şer kirin.

Di mêrekî de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?

 Xwedî wicdan be.

Di jinekê de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?

Durist, rastgo, zarşêrîn, jêhatî û ne zêde çavbenar.

Xûpakiya ku herî pir jê hez dikî?

Nefspiçûkî.

Te dixwast hevalên te xwediyê çi xû û xisletan bin?

Bila ji dil bin.

Kêmahiya sereke ku di xwe de dibînî?

Zû hêrs dibim.

Di mirovahiyê de taybetmendiya ku herî zêde jê hez dikî?

Wicdan, merhemet,

Ji pêkanîna kîjan karî bextewar î?

Nivîskarî û derfet hebe mijûliya bi axê re.

Te dixwast di şûna kê de bî?

Ewa baş im.

Dikarî kîjan şaşiyan/ xeletiyan xweş bibînî?

Şaşiyên bi nezanî.

Kêlîka ku herî zêde wê te bextewar bike?

Dema berf dibare.

Bûyera ku herî zêde wê te xemgîn bike

Dema tiştek nexweş bi serê zarokan de tê.

Dixwazî çawa bimirî?

Roja ku Kurdistan azad bibe, kêfa wî dizane.

Yukarı