Şêxo Fîlîk “Rapirsiya Proust” Bersivand
Nivîskarê Fransî Marcel Proust, di 13 saliya xwe de rojnivîsekekê dikire, pirsên di rûpela ewil a rojnivîskê de dibersivîne û wek diyariya rojbûnê dide hevalê xwe Antoinette Faure. Rapirsiyeke mîna vê di 20 saliya xwe de jî dibersivîne û her du rapirsî piştî mirina Proust bi çend salan tên weşandin. Ji ber pirsên her du rapirsiyan hema bêje yek in, di lîteratorê de navê wê wek “Rapirsiya Proust” dimîne. “Rapirsiya Proust” bi wergera Şêxo Fîlîk bi Kurdî di Veveya’yê de ye…
Dirûşmeya te ya jiyanê çi ye?
Bijî jiyana bêdirûşme!
A niha di çi rewşê de ye derûniya te?
Melankolîk… mîna ‘xwe’ ya hertim
Te dixwast li ku derê bijî?
Li dereke hemû demsalên xwe payîz…
Rengê herî pir jê hez dikî?
Zerê xerdelî
Kulîlka herî pir jê hez dikî?
Pîvok
Çivîka herî pir jê hez dikî?
Flamingoyên lal
Nivîskara/ê herî pir jê hez dikî?
Roja min li rojê nagire, li gor demê diguhere nivîskarên jê hez dikim. Lê Wirginia Woolf demeke dirêj e hêjaya ber dilê min e.
Helbestvana/ê herî pir jê hez dikî?
Roja min li rojê nagire. Lê rengê helbestên Gulîzer, Selîm Temo, Fatma Savci, Rênas Jiyan, Yehya Omerî û Mem Ararat pir nêzî ruhê xwe dibînim.
Wênesaza/ê herî pir jê hez dikî?
Çidem Baran û Asya Stêrk li ser bala min in.
Muzîkjenê herî pir jê hez dikî?
Reso
Karakterê mêr ê herî pir jê hez dikî?
Mîrê Mezin ê di Gotinên Gunehkar de
Karaktera jin a herî pir jê hez dikî?
Xatê Xanim
Lehengên dîrokî ku favoriyên te ne?
Abdurrahman Qasimlo û Osman Sebrî. Hinek ji wan navê wan newêrim binivîsim.
Lehengên dîrokî ku jê aciz î?
Diyap Axa
Di jiyana rasteqîn de lehengên jin ku favoriyên te ne?
Dayikên şemiyê
Di mêrekî de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?
Kêmaxivîn, zîrekî û sempatîkî
Di jinekê de taybetmendiya/xisletê ku herî pir jê hez dikî?
Jina hay ji jinitiya (hêz û qewata) xwe heyî
Xûpakiya ku herî pir jê hez dikî?
Xwenasîn
Te dixwast hevalên te xwediyê çi xû û xisletan bin?
Dirûstî û dilnizmî
Kêmahiya sereke ku di xwe de dibînî?
Hevaltiya 12 salan di 12 çirkan de dikarim binax bikim, helbet li ser sedemeke (li gor xwe) maqûl
Di mirovahiyê de taybetmendiya ku herî zêde jê hez dikî?
Xwezahezî
Ji pêkanîna kîjan karî bextewar î?
Xwendin
Te dixwast di şûna kê de bî?
Di dema Melayê Cizîrî de misînê li ber deriyê Medresa Sor
Dikarî kîjan şaşiyan/ xeletiyan xweş bibînî?
Xeletiyên hay ji xeletiya xwe heyî
Kêlîka ku herî zêde wê te bextewar bike?
Xwendin
Bûyera ku herî zêde wê te xemgîn bike
xwendina nîvcomayî, jê jî xirabtir xwendina hatî plankirin lê pêknehatî
Dixwazî çawa bimirî?
Çawa dixwazim bimirim nizanim lê naxwazim piştî rojan cîran ji bêhna genî bi mirina min bihesin